Nerizamendiyên li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360306-nerizamendiyên_li_sûriyê
Xelkê Sûriye roja Yekşemê li dijî rewşa aborî ya xirab û karên hikûmeta Colanî xwepêşandanên berfireh lidar xistin.
(last modified 2026-09-14T15:10:30+00:00 )
Îlon 14, 2026 12:19 Asia/Tehran
  • Nerizamendiyên li Sûriyê

Xelkê Sûriye roja Yekşemê li dijî rewşa aborî ya xirab û karên hikûmeta Colanî xwepêşandanên berfireh lidar xistin.

Xwepêşander li Idlib, Heseke, Dêrezor, Reqe û derdora Helebê derketin kolanan û li dijî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dirûşm qêriyan. Xwepêşanderan gelek rê girtin, di nav de rêya navneteweyî ya Heleb-Şamê li dorhêla Îdlibê ku li bakur rojavayê Sûriyê ye. Medyayên Sûriyê herwiha ragihandin ku li ber dêrek li bajarê Hemayê ku li bakurê Şamê ye, teqînek çêbûye. Teqîn li taxa Medîneyê ya Hemayê pêk hatiye, lê ti qurbanî çênebûne. Çavkaniyek ewlehiyê ji SANA`yê re got ku teqîn ji ber bombeyeke dengî çêbûye û tenê zirara madî çêbûye.