Li bakûr rojhilatê Sûriyê hewlên ji bo çareserkirina qeyrana ardûyê destpê kirin
Hezîran 26, 2026 17:06 Asia/Tehran
mezlûm Ebdî, serfermandê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi Nûredîn Ehmed, parêzgarê Hesekê re civînek li dar xist.
Li gorî rapora serekaniyên nûçeyan di vê civînê de li ser çawaniya çareserkirina qeyrana ardûyê û jordaçûna bihayê wê gotûbêj hat kirin.
Herwiha di vê civînê de rewşa elekterîk, enerjî, av û pêşkêşkirina xizmetên herî baş bo welatiyan bi taybet piştî jordaçûna bihayê ardûyê hatin hilkolandin.
Ebdî li ser piştgîriya tam û tekûz a ji parêzgeha Hesekê di warê pêkanîna şêwazekî ji bo misogerkirina ewlehiya di warê ardûyê û debara jiyan xelkê de pêgîrî kir.
Serepeyv