Hişyariya Aldar Xelîl derbarê armanca Amerîkayê ji veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i358132-hişyariya_aldar_xelîl_derbarê_armanca_amerîkayê_ji_veguhestina_girtiyên_daiŞê_bo_iraqê
Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD ê ragihand ku armanca Amerîkayê ji veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê ew e ku vî welatî aloz bike û û li welatên navçeyê qeyranê çêbike.
(last modified 2026-01-29T12:18:49+00:00 )
Çile 29, 2026 15:46 Asia/Tehran
  • Hişyariya Aldar Xelîl derbarê armanca Amerîkayê ji veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê

Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD ê ragihand ku armanca Amerîkayê ji veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê ew e ku vî welatî aloz bike û û li welatên navçeyê qeyranê çêbike.

Endamê Konseya Serokatiyê ya YPGê Aldar Xelîl, bal kişand ser liv û tevgerên vê dawiyê yên Amerîkayê û hevpeymaniya navneteweyî li herêmê, veguhestina endamên DAIŞê bo Iraqê wekî çalakiyeke plankirî ji bo bêîstîqrarkirina Iraqê û welatên din ên herêmê nirxand.

Aldar Xelîl got ku Amerîka hewl dide ku destpêkê bi rênimûniya hêzên çekdar ên ser bo Colanî ber bi sînorê Iraqê û paşê jî bi piştgiriya komên tundrew ên di hundirê Iraqê li axa Iraqê qeyranê çêbike . Veguhestina terorîstên DAIŞê beşek ji plana Amerîkayê bûye. Heke endamên DAIŞê li Iraqê hebin, ew ê di wextê guncaw de wan çalak bikin.