Çile 06, 2026 11:26 Asia/Tehran

Çavkaniyên Sûrî ragihandin ku şer û pevçûnên giran di navbera hêzên HSD û Colanî de li derdora Helebê diqewimin.

Çavkaniyên Sûrî ragihandin ku li derdora bajarê Dêr Hafirê  şer û pevçûn  derketine û çend hêzên girêdayî bi Colanî bi hawan û reşaşeyên giran êrişî şarê Dêr Hafirê kirin. Hêzên HSDê jî bersiva van êrişan dan û bi giranî êrişî çeper û hêzên girêdayî bi Colanî li bereyên rojavayê Dêr Hafirê kirin û şer û pevçûn li herêmê girantir bûn.

Ev êriş di halekî de ne ku hêzên girêdayî bi Colanî piştî naskirina cihê avêtina xwefirên HSD li derdora Dêr Hafirê dest bi êrişa ser wan cîyana kirin. HSD jî derbarê wê yekê de ragihand: Aliyên girêdayî bi Colanî navenda herêma Dêr Hafirê ku tê de tijî sivîl in dan ber êrişan. HSDê ragihand: Li gorî nêrîna me berpirsiyariya encamên vê aloziya xeternak li ustîyê komên girêdayî bi Şamê ye. Hêzên me mafê wan heye ku bersiva êrişa bona berevaniya ji gel û parastina ewlehî û aramiya herêma xwe bidin. Piştî pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê û çekdarên nasiyar bi Garda Neteweyî de li gundên derdora Siwêdayê, karebaya beşeke zêde ya vî bajarî qut bû. Pevçûna di navbera di navbera HSD û hêzên Colanî de careka din piştî ku civîna di navbera Mezlûm Ebdî û rayedarên hikûmetê de li Şamê bê encam ma, destpê bû. 

Serepeyv