HSD himber êrişa hêzên Colanî bersiv da
Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) raghiand ku di bersiva êrişa bi xwofirrê ya hêzên ser bi hikûmeta Colanî ser derdora bendava Tişrînê da, maşînek u çepereke komên çekdar ên di bin fermana Wezareta Berevanîya Sûrîyê da kirîye armanc.
HSD di daxûyanîyek êda ragihand ku komên Siltan Mirad, Silêman u Hemze ser bi Wezareta Berevanîyê ya Hikûmeta demkî ya Şamê bi 2 xwofirrên teqandinê, êrişî derdora cîyên niştecîbûnê li nêzîkî bendava Tişrînê kirin. HSD ev êrişa gêresazîya bitaluke û domandina sîyaseta têkdana ewlehîyê bi nav kir. HSD hewrwiha ragihand ku van komana bi 2 xwofirrên teqandinê jî êrişî girê Sîryatelê li derdora Bendava Tişrînê kirin, lê ti zîyaneke canî pêk nehat.
HSD di dawîyê da ragihand ku hêzên me jî di bersiva êrişên hanê da, êrişî cîyên avêtina xwofirrên teqandinê kirin.