Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê: Qeyrana Sûriyê bi şîdetê nayê çareserkirin
Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) di daxûyaniya xwe de têkildarî aloztirbûna rewşa Sûriyê hişyarî da û ragehand ku qeyrana Sûriyê bi şîdetê nayê çareserkirin.
Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) dilnigeraniya xwe li ser reftara desthiladaran li himber nerazîbûnên gelanî da diyarkirin û tekez kir welatiyên sûrî li benda damezrandina hikûmeteke demokratîk, li gorî edaletê ne. Vê encumenê her wiha dilnigeraniya xwe derbarê alûgurên li bajarê Helebê, bi taybet binpêkirina rêkeftinan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û berdewambûna dorpêçkirina van herêman da diyarkirin. Wê her wiha amaje bi bûyerên li parêzgeha Suwêdayê kir ku di ncamê de nakokiyên li Sûriyê zêde bûne.ENKS dilnigeraniya xwe ji ber berdewambûna xitimîna siyasî ragehand û tekez kir heta niha zemîne jibo gotûbêjeke cidî bi şandeya hevpar a kurdan re li ser vê meselê pêk nehatîye.