Aldar Xelîl: Guhertina qanûna bingehîn a Sûriyê divê mafên hemû qewm û etnîkan garantî bike
Mijdar 07, 2025 19:06 Asia/Tehran
Endamê Konseya Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tekez kir ku guhertina qanûna bingehîn a Sûriyê divê mafên hemû qewm û etnîk û komên civakê garantî bike.
Aldar Xelîl got ku hikûmeta veguhêz sistiyê di cihanîna sozên xwe de dike û tekez kir pêwîst e qanûna bingehîn were guhertin da ku mafên Kurdan û qewm û etnîkên din ên li Sûriyê were garantîkirin û jiyana hevbeş û demokrasî were xurtkirin. Xelîl her wiha diyar kir ku rêya bidestxistina aştî û aramiyê li Sûriyê yekîtî, hevgirtin û beşdariya wekhev jibo g hemû gelan e û divê pêşeroja welêt li ser bingeha biratî, jiyana hevbeş bê serdestî û dabeşkirinê were avakirin.