Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê êrişî bendava Tişrînê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356444-hêzên_hikûmeta_demkî_ya_sûriyê_êrişî_bendava_tişrînê_kirin
Hêzên Sûriya Demokratîk, HSD derbarê berdewambûna êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyê ser bendava Tişrînê hişyarî da û ragehand ku ev êriş gefeke cidî dijî saxlemiya bendavê, gundên derdorê, jiyana xelkê sivîl û binesaziya navçeyê ye.
(last modified 2025-10-02T11:14:12+00:00 )
Çirî 02, 2025 13:42 Asia/Tehran
  • Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê êrişî bendava Tişrînê kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk, HSD derbarê berdewambûna êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyê ser bendava Tişrînê hişyarî da û ragehand ku ev êriş gefeke cidî dijî saxlemiya bendavê, gundên derdorê, jiyana xelkê sivîl û binesaziya navçeyê ye.

Navenda medyayî ya HSD ragihand ku ev êriş bi çekên giran, tank û topên hawanê tên kirin û gefeke cidî dijî bendavê û gundên derdorê ne û jiyana sivîlan û binesaziyên navçeyê xistine ber xetera cidî. HSD her wiha ragihand ku ku ev kiryar  binpêkirina eşkere ya peymanên agirbesê tên hesabê û berpirsiyariya tam a wan ser milê hikûmeta demkî ya Sûriyê ye. Di dawiya daxuyaniyê de HSD ser dewama berxwedan û berevaniya ji gelê herêmê tekez kir.