Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê êrişî bendava Tişrînê kirin
Cotmeh 02, 2025 17:12 Asia/Tehran
Hêzên Sûriya Demokratîk, HSD derbarê berdewambûna êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyê ser bendava Tişrînê hişyarî da û ragehand ku ev êriş gefeke cidî dijî saxlemiya bendavê, gundên derdorê, jiyana xelkê sivîl û binesaziya navçeyê ye.
Navenda medyayî ya HSD ragihand ku ev êriş bi çekên giran, tank û topên hawanê tên kirin û gefeke cidî dijî bendavê û gundên derdorê ne û jiyana sivîlan û binesaziyên navçeyê xistine ber xetera cidî. HSD her wiha ragihand ku ku ev kiryar binpêkirina eşkere ya peymanên agirbesê tên hesabê û berpirsiyariya tam a wan ser milê hikûmeta demkî ya Sûriyê ye. Di dawiya daxuyaniyê de HSD ser dewama berxwedan û berevaniya ji gelê herêmê tekez kir.