Nerizamendiya Kurd, Derûzî û Elewiyan li hember sefera Colanî bo New Yorkê
Hevgavê sefera Colanî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê bo New Yorkê ji bo beşdariya li Civata Giştî, ji hêla hin komên Kurd, Derûzî û Elewiyan ve li Kanadayê bona nîşandayîna nerizamendiya li hember sefera wî, xwenîşandan hatin lidarxistin.
Mihemed Colanî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê, bona beşdariya li civînên Civata Giştî ya NY de çû New Yorkê. Eva cara yekê ye ku serokekî hikûmeta Sûriyê ji sala 1967`an vir ve beşdarî vê civînê dibe.
Sefera serokê hikûmeta demklî ya Sûriyê bo NY rastî hin bertekan di civaka sûriyên li derveyî welêt ve hat. Li Kanadayê hin komên Kurd, Derûzî û Elewî li bajarê Torêntoyê bona nîşandayîna nerizamendiya li hember sefera Colanî û beşdariya wî li Civata Giştî ya NY, xwenîşandan li dar xistin.
Her çend hikûmetên welatên rojavayî û piştgirên navçeyî yên Colanî ji wan Tirkiyê, seredana wî ya bo NY bona beşdariya di civîna Civata Giştî ya NY, girîng wesif kirine lê Colanî di vê midehê da ku desthilata Sûriyê girtiye destê xwe, gelek cinayet di vî welatî de pêk anîne.