Eşkerekirina biryara hikûmeta Colanî ji bo êrişa ser herêmên kurdnişîn ên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i355841-eşkerekirina_biryara_hikûmeta_colanî_ji_bo_êrişa_ser_herêmên_kurdnişîn_ên_sûriyê
Çavkaniyekî li artêşa Sûriyê eşkere kir ku hikûmeta demkî ya Colanî dixwaze heke peymana di navbera HSD û Colanî de neyê bicihanîn, êrişî herêmên di bin kontrola hêzên HSD bike.
(last modified 2025-08-20T11:39:34+00:00 )
Tebax 20, 2025 10:45 Asia/Tehran
  • Eşkerekirina biryara hikûmeta Colanî ji bo êrişa ser herêmên kurdnişîn ên Sûriyê

Çavkaniyekî li artêşa Sûriyê eşkere kir ku hikûmeta demkî ya Colanî dixwaze heke peymana di navbera HSD û Colanî de neyê bicihanîn, êrişî herêmên di bin kontrola hêzên HSD bike.

Rojnameya The National çapa Amerîkayê ji zarê çavkaniyekî artêşa Sûriyê eşkere kir ku ger peymana di navbera Serfermandarê HSDê Mazlûm Ebdî û Colanî, Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê de, neyê bicîhanîn, artêşa Sûriyê dixweze berî Cotmeha îsal êrişên xwe yên berfireh ji bo kontrolkirina parêzgehên Reqe û Dêrezorê, ku di bin kontrola HSDê de ne, destpê bike.

Li gorî gotina çavkaniyê, hêzeke 50 hezar kesî  bi piştgiriya eşîrên ereb ji bo êrişa ser deverên di bin kontrola HSD de hatine seferberkirin û bê guman ev êriş dê bi agahdariya Amerîkayê dest pê bike. Li gorî  gotina vê çavkaniyê,dilnigeraniya Amerîkayê di vî warî de têkildarî helwesta Tirkiyê  derbarê bidawîkirina desthilatdariya HSDê li bakur û rojhilatê Sûriyê ye.