Sûriye li ber tundûtûjî û dîktatoriya çendalî
Tebax 15, 2025 15:56 Asia/Tehran
Serokê Partiya Nû û Demokratîk a Sûriyê hişyarî da ku ev welata bi lez ber bi tundûtûjî û dîktatoriyeke çenalî ve bi pêşde diçe.
Feras Qesas, Serokê Partiya Nû û Demokratîk a Sûriyê, bi tundî rexne li kiryara hikûmeta demkî ya Colanî li Sûriyê kir û diyar kir: Rewşa Sûriyê bi lez ber bi tundûtûjî û dîktatoriyê ve diçe û ev mesele yekîtiya vî welatî û pêşeroja vî welatî xistiye xeterê.
Feras Qesas êrişên berdewam ên hikûmeta demkî ya Colanî ser Elewî, Durûzî û Kurdan rexne kir û got: Ev hikûmeta nû û demkî li Şamê dewsa pêkanîna yekitiyê di navbera hemû sûriyan qeliştên heyî kûrtir kiriye û bi wêdedanîna hemû partiyên siyasî û civakî li Sûriyê dixwaze bi pêkanîna tirs û xofê desthilatdariya xwe ser gelê Sûriyê de bisepîne.