Tebax 15, 2025 16:56 Asia/Tehran
  • Gurrbûna şer û pevçûn û zêdebûna hejmara kuştiyan li Siwêdayê

Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê derbarê kuştina 28 sivîlên din li bajarê Dirûzînişîn ê Siwêdayê aghî da û ragehand ku 12 jin di nav qurbaniyan de hene, bi vî awayî hejmara kuştiyên nedadmendane li vî bajarî gihîştiye 429 kesan.

Çavdêrê  Mafên Mirovan a Sûriyê, nasnameya 28 sivîlên din ên ku ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Colanî ve li Siwêdayê hatine kuştin ragehand û got ku 12 jin di nav miriyan de hene.

Rewangeha  Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku nasnameyên 28 sivîlên din, ji wan 12 jin, ku ji aliyê endamên Wezaretxaneyên Berevanî  û Navxwe  yên  Hikûmeta Demkî ya Colanî ve hatine kuştin, hatine tomar kirin. Bi vî awayî, hejmara kesên ku li vî bajarî ji aliyê komên girêdayî HTSHê ve bi awayekî  nedadmendane hatine kuştin gihîştiye 429an (38 jin û 14 zarok), û sercem  hezar û 653 kes li Siwêdayê hatine kuştin, 166 sivîl  ji wan  21 zarok, 56 jin û 2 rojnamevanan diger ber xwe.

Serepeyv