Tebax 07, 2025 16:14 Asia/Tehran

Nivîsgeha Rêkxistina Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) ragihand: Tevî ragihandina agirbesê li navçeya Suweydayê ku ketîye başûrê Sûriyê, pevçûn didomin û zêdetirî 191 hezar kes li vê navçeyê aware bûne.

Nivîsgeha Rêkxistina Karûbarên Mirovî ya NY di daxuyaniyekê de ragehandiye: Li navçeyên mîna Xorsa, Erî û rêya Til Hedîd bo Seileyê pevçûn derketine u bi topan êriş pêk hatine. Her wiha êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst nakokiyên li navçeyê zêde kirine. Di encama pevçûnên li herêmê da zêdetirî 191 hezar kes aware bûne. Zêrevana Mafên Merivan a Sûriyê jî ragihand ku ji dema hikûmeta Colanî hikimdar bûye va, 9 hezar û 889 kes ji wan 7 hezar û 449 kesên sivîl, li vî welatî  hatine kuştin u ragihand ku bi hezaran girtî hîn jî  bêyî mehkemekirineke guncav an bêyî radestkirina bo teşkîlata dadweriyê di girtîgehan de mane. Ji aliyê din ve, li Suweydayê û deverên derdorê xwepêşandan hatin lidarxistin u xwepêşanderan daxwaza baştirkirina rewşa bidestxistina alîkariyan û parastina sivîlan kirin, her wiha hin daxwaz ji bo yekîtiya neteweyî li Dera û Şamê jî hatin kirin. Hin medyayên sûrî jî basa çend teqînên giran li derdora bajarê Cebelê li rojavayê vî welatî di encama  êrişên Rejîma Siyonîst da kirin.Hin medyaya herêmî ev teqîn encama  êrişa bi xwefiran a  Rejîma Siyonîst dane zanîn.

Serepeyv