Rêxistina Efûyê ya Navdewletî: Jin û keçên sûrî ditirsin ji malê derkevin
Tîrmeh 29, 2025 14:25 Asia/Tehran
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ragihand ku raporên bawerpêkirî wergirtîye ku li gorî wan di çend mehên buhurî da 36 jin û keçên elewî li Sûrîyê hatine revandin.
Ew keç û jinên elewî li parêzgehên Laziqîye, Tertûs, Hums û Hemayê hatine revandin.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî pêgirî kir ku ev pêla revandina jin û keçan bûye sedema firkê di nav eşîrên elewî li Sûrîyê ku çima ew zêdetir ketine ber komkujîyan. Jin û keç ditirsin ji malê derkevin an bi tena serê xwe derkevin. Ev di halekî da ye ku rejîma Colanî bi durişma azadî û beranberîya hemî welatîyên sûrî li vî welatî hat ser desthilatê.