Şidet û pevçûnên li Suweydayê
Di encama pevçûnên bixwîn di navbera dirûzî û eşîrên ereb li parêzgeha Suwêyda ya Sûriyê de heta nika zêde ji 1265 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand di encama pevçû û şidetên li Suweydayê de ji bilî ku sivîl hatine kuştin, hejmareka berbiçav a hêzên ewlehî û leşkerî yên hikûmeta demkî ya Sûriyê jî hatine kuştin. Ramî ebdulrehman, birêvebirê Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hejmara kesên ku di pevçûnên vê dawiyê yên li Suwêdayê li başûrê Sûriyê de hatine kuştin û birîndar bûne gihîştiye 1265 kesan. Ev pevçûnên di navbera Dirûziyan û eşîrên Ereb di 13`ê Tîrmehê de li parêzgeha Suwêdayê destpê kirine. Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku piştî zêdebûna dijwarî û bûyerên bi xwîn li bajarê Suwêdayê û derdora wê ku ya herî dawî êrîşeke dijwar ji aliyê eşîrên çekdar ên Ereb ve bû, şehedî û agahî nîşan didin ku hêzên ewlehiya giştî rasterast di van êrîşan de beşdar bûne. Ji aliyekî din ve, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, behsa êrîşên Rejîma siyonîst ser Sûriyê kir û got: Ev rejîma naxwaze li navçê welatekî aram bibîne. Nêta wê ew e ku Sûriyê parçe bike û armanca wê lawazkirina herêmê û parastina bêserûberiyê li wir e. Hakan Fîdan pêgîrî kiriye Enqere her cure hewldanek ji bo parçekirina Sûriyê, gefek ji bo ewlehiya xwe ya netewî dizane û wê destwerdanê bike. Fîdan destnîşan kir: Berjewendiyên Netaniyahu di vî yekî da ne ku Rojhilata Navîn ber bi bêserûberiyê ve bibe. Em wekî welatên navçê îzna vî karî nadin.