Tîrmeh 18, 2025 14:32 Asia/Tehran
  • Dewama şer û pevçûna li başûrê Sûriyê/ Hişyariya Saziyên Îslamî derbarê xetera hilweşîna welêt

Hevgavê dewama pevçûnên çekdarî li derdora bajarê Suweda ya Sûriyê saziyên Îslamî banga yekîtîya hêzên navxweyî yên Sûriyê û rawestana li ber projeyên cidatîxwaziyê li vî welatî kirin.

Di dewama nakokiyên li başûrê Sûriyê de çavkaniyên herêmî ragihandin ku pevçûnên di navbera hêzên çekdar ên eşîr û endamên civaka Dirûziyan li deverên derdora bajarê Suwêdayê de berdewam dikin.

Her wiha, li gorî raporan, hêzên eşîr karîne kontrola çend gundan li ser rêya Şam-Suwêdayê bigrin destê xwe. Hêzên eşîrên Sûriyê  her wiha kontrola deriyên Suwêdayê girtin destê xwe.

 Hevgavê dewama pevçûnan zêdetirî 21 rêxistinên Îslamî bi weşandina daxuyaniyeke hevbeş destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê bi tundî şermezar kirin û tevî tekeziya ser pêwîstiya parastina yekîtiya neteweyî  bang li hemî komên siyasî, civakî û olî yên li Sûriyê kirin ku bi yekdengî li himber gefên derveyî û navxweyî, bi taybet dagirkeriya Rejîma Siyonîst rawestin.

Serepeyv