Hezîran 09, 2025 13:12 Asia/Tehran
  • Kuştina 10 kesan li Sûriyê di 24 sietên borî de /Bi hezaran penaberên sûrî vegeriyan welatê xwe

Di berdewamiya nearamiyên li Sûriyê de, di 24 sietên borî de deh welatiyên din ên sûrî hatin kuştin.

Di 24 sietên borî de herî kêm 10 kes,  ji wan jin, zarok û sivîl di encama êriş, teqîna mayînan û şîdeta nav malbatê da li deverên curbicur ên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan.

Dezgeha Çavdêr a Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li derdora Humsê ciwanek ji aliyê çekdarekî nenas ve û yekî din jî li herêma Barohê canê xwe ji dest da. Li taxa Nazihînê ya Humsê, bav û kurê wî ji aliyê hin kesên çekdar ku li motorsîkletê siwar dibûn ve hatin kuştin.

Li Dêrezorê, ciwanek ji ber teqîna mayînekê hat kuştin. Her wiha, li derdora bakurê Reqeyê, jinek û du zarokên wê di teqîna mayînekê de hatin kuştin.

Zarokekê ji ber teqîna bombeyekê li nêzîkî bajarê Bab canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyek din, Mazin Elweş, berdevkê Rêxistina Giştî ya Derbasbgehên Bejayî û Deryayî li Sûriyê, ragihand ku ji Kanûna 2024an ve, zêdetirî 400 hezar penaberên sûrî ji welatên cîran vegeriyane welatê xwe.

Serepeyv