Serfermandarê HSD`ê: Me bi Tirkîyê ra têkilîya rasterast heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i354920-serfermandarê_hsd_ê_me_bi_tirkîyê_ra_têkilîya_rasterast_heye
Serfermandarê Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ragihand ku ew bi awayekî rasterast bi Tirkîyê ra di nav têkilîyê da ne û ew amade ye ku peywendîyên tev Tiekîyê çêtir bike.
(last modified 2025-05-31T11:57:46+00:00 )
May 31, 2025 15:42 Asia/Tehran
  • Serfermandarê HSD`ê: Me bi Tirkîyê ra têkilîya rasterast heye

Serfermandarê Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ragihand ku ew bi awayekî rasterast bi Tirkîyê ra di nav têkilîyê da ne û ew amade ye ku peywendîyên tev Tiekîyê çêtir bike.

Mezlûm Ebdê got: HSDê bi awayekî rasterast bi Tirkîyê ra di nav têkilîyê da ye û ew amade ye ku peywendîyan ji wan bi rêya hevdîtina tev Serokomarê Tirkîyê, Receb Teyyîb Erdogan çêtir bike.

Wî herwiha got: Me him bi awayekî rasterast him jî bi rêya hin navbeynkaran bi Tirkîyê ra têkilî heye û hêvîdar in ev peywendî bên berfirekirin.

Serferamdnarê HSDê herwiha got: Di navbera HSDê û çekdarên ser bi Tirkîyê da bi awayekî demdirêj şer hebûye, lê li gorî agirbeseke demkî di 2 mehên buhurî da ew pevçûn hema bêje hatine sekinandin.