11 kes li navçeyên curbicur ên Sûriyê ji ber dewama tundûtûjiya li vî welatî hatin kuştin
Di 24 sietên derbasbûyî li navçeyên di bin kontrola hikûmeta demkiî ya Şamê û mîlîtanên ser bi Tirkiyê herî kêm 11 kes, ji wan 4 zarok, di encama pevçûn û êrişên çekdarî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ragehandina rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê, li bajarokê Dîwêr ê Dêrezorê şivanek ji ber teqîna mînekê canê xwe ji dest da. Li bajarokê Sabîxanê jî keçek piçûk ket ber gulleyan û hat kuştin . Li bajarokê Cela yê rojhilatê Dêrezorê, sê endamên hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê ji ber teqîna cebilxaneyê hatin kuştin û çar kesên din jî birîndar bûn.
Li navçeya Cebel El-Şair a Humsê, zarokek ji ber teqîna bombeyekê hat kuştin. Li derdora Cebel El-Lazqiyê jî, ciwanek di encama êrişeke çekdarekî nenas de hat kuştin. Her wiha, li herêma Nuseyra ya bajarê Hesekê, komeke çekdar ketine malekê û kesek kuştine, û li heman bajarî, ciwanekî din ket ber gulleyê û canê xwe ji dest da.
Herwiha li taxa Sumeriye ya Şamê zarokek ket ber gulleyê û hat kuştin û li derdora Minbicê jî zarokekî 15 salî hat kuştin.