May 04, 2025 16:10 Asia/Tehran
  • Vekişîna leşkerên amerîkî ji 2 baregehên li Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan basa derketina berfireh a leşkerên amerîkî ji 2 baregehên girîng li rojhilatê Sûriyê kirin.

Hêzên amerîkî ji baregehên xwe yên leşkerî li bîrên niftê yên El Omer û Konîko yên li parêzgeha Dêrezorê derketin û bi dehan kamyonan derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bûn. Di van kamyonan de alavên leşkerî û çekên giran hene. Herwiha karmendên pişka sivîl a hevpeymaniya navdewletî jî ji Sûriyê derketin. Hêzên amerîkî bi temamî ji Konîkoyê vekişiyane û tenê 50 leşker û efserên amerîkî li meydana niftê ya El Omerê mane. Hêzên amerîkî çar rojan berî nika zêde ji 60 kamiyonên hilgirê alavên leşkerî û locêstîk ji meydana niftê ya El Omerê derxistin. 

Serepeyv