Destpêbûna şer û pevçûnan li derdora Şamê û başûrê Sûriyê piştî rawestana çend sietî
Şer û pevçûnên navbera hêzên ewlehiyê yên di bin fermana Colanî û Derûziyê, ûrî piştî rawestana çend sietî vê sibê cardinê gur bûn û li gorî raporên medyayê, di van pevçûnan de çend kes hatine kuştin.
Şer û pevçûnên navbera hêzên ewlehiyê yên di bin fermana Colanî û Derûziyên sûrî piştî rawestana çend sietî vê sibê cardinê gur bûn û çavkaniyên medyayê derbarê dewama pevçûnan li navçeya Eşrefiye Sehnaya li derdora Şamê û rewşa ewlehiyê ya qeyranî a li vê deverê û pevçûnên çekdarî navbera hêzên ewlehiyê yên bin fermana hikûmeta Colanî û dijberên hikûmeta demkî ya li Şamê, bi taybetî jî derûziyên Sûriyê agahî dan. Çavkaniyên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta Colanî ragihandin ku di encama êrişên vê dawiyê yên komên herêmî nav Eşrefiye Sehnaya de 16 leşkerên wan hatine kuştin. Medyaya Sûriyê ragihand ku pevçûnên di navbera hêzên leşkerî yên girêdayî hikûmeta Colanî û komên çekdar ên ser bi eşîra Derûzî de li bajarokên Ceramana û Eşrefiye Sehnaya, li başûrê Şamê, ji nû ve dest pê kirine. Li parêzgeha Suweydayê jî şer û pevçûn berdewam dikin. Eva di halekî de ye ku piştî êrişa hêzên Colanî ser deverên derûzînişîn ên derdora Şamê, Netanyahu, serokwezîr û Kats, Wezîrê cengê yê rejîma Siyonîst, tevî berdewmiya êrişên berdewam ser axa Sûriyê, di daxuyaniyeke hevbeş de jêsta berevaniya ji derûziyan girtin. ji aliyê din ve jî kesayetiyên sivîl, neteweyî û siyasî yên sûrî bi lidarxistian civîneke mezin li vî welatî tekez kirin ku alûgurên nav Sûriyê bi taybetî li Cermana û Sehnaya, tenê ser xêra planên rejîma Siyonîst ji bo parçekirina vî welatî ne û dilnigeraniya xwe ji berdewamiya cinayetên siyonîstan li dijî gelê vî welatî ragehandin.