Nîsan 26, 2025 19:52 Asia/Tehran
  • Lidarxistina Konferansa Kurdên Sûriyê

Konferansa Kurdên Sûriyê bi beşdariya bi sedan kesayetiyan li Parka Azadiyê ya bajarê Qamişloyê xebata xwe dest pê kir.

Konferansa Kurdên Sûriyê li bajarê Qamişloyê bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir û piştre Mezlûm Kobanî,Fermandê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk  axift û got: Ev konferans rewşê jibo mafên gelê kurd li Sûriyê xweş dike. 

Fermandê HSD tevî tekeziya ser vê yekê ku banga rêberê PKK'ê Ebdullah Ocalan ji bo pêşvebirina aştiyê û avakirina civatek demokratîk li Tirkiyê rasterast bandorê li aştî û aramiya bakur û rojhilatê Sûriyê dike û ragihand ku armanca sereke ya vê konferansê ew e ku mafên Kurdan û hemû komên etnîkî di Sûriya nû de werin misogerkirin.

Di dewama Konferansa Kurdên Sûriyê endamên desteya dadgêran Îlham Ehmed û Pervîn Yûsif  û Mihemed Îsmaîl hatin hilbijartin.

Serepeyv