26`ê Nîsanê Kongireya Kurdan li Sûriyê
Nîsan 22, 2025 16:16 Asia/Tehran
Serfermandê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ragihand ku Kongireya Kurdan li Sûriyê di 26`ê Nîsanê de wê were lidarxistin.
Mezlûm Ebdî, serfermandê HSD`ê bi weşandina tûwîtekê dema lidarxistina Kongireya Kurdan li Sûriyê ragihand. Mezlûm Ebdî destnîşan kir: Em kêfxweş in ku xelkê xwe ra ragihînin ku Kongireya Yekbûna Helwêsta Kurdan wê di 26`ê Nîsanê de were lidarxistin. Ebdî di dewamê de pêgîrî kir: Yekbûna Kurdan pêwîstiyek ji bo çareserkirina mesela xelkê Kurd li Sûriyê ye, em hêvîda rin hemû alî vê berpirsyariyê cih bînin û hema bi vê helkeftê em sipasiya hemû wan kesan dikin ku alîkariya cihhatina vê pêngavê kirin û em hêviya serkevtinê bo Kongirê dixwezin.