Adar 31, 2025 16:36 Asia/Tehran
  • ENKS: Pêkanîna hikûmeta nû ya Sûrîyê bêyî kurdan, şaşitîyeke mezin e

Berdevkê Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) pêgirî kir ku Pêkanîna hikûmeta nû ya Sûrîyê bêyî kurdan, şaşitîyeke mezin e û got ku mafên kurdan bi terxankirina çend postan di hikûmeta nû ya Sûrîyê da dabîn nabe.

Feysel Yûsif Berdevkê ENKSê got: Avakirina hikûmeta nû ya Sûrîyê bi tena xwe têrê nake. Em dixwazin ku şirîkê rastî di hikûmeta nû ya Sûrîyê da bin. Mafên murdan bi dayîna çend postan nayên dabînkirin. Em dixwazin ku mafên kurdan di hikûmeta nû ya Sûrîyê da neyên jibîrkirin û werin dayîn.

Wî herwiha got: Colanî di axavtinên xwe da usa ray dide ku di fikra kurdan da ye, lê heta nika ti karek nekirîye. Avakirina hikûmeta nû ya Sûrîyê bêyî şirîkatîya civakan û jibîrkirina wan şaşitîyeke mezin e.

Meclisa Sûrîya Demokiratîk (MSD) jî ji ber pêkhateya kabûna nû ya hikûmeta Sûrîyê rexne kir û dîyar kir ku ew dûrî pirrengîya civakî û sîyasî ye û ragihand: Jinên Sûrîyê bi awayê rastî di hikûmeta nû ya vî welatî da cî negirtine û divê bi dûrketina ji hikimdarîya yekalîkar, rêyeek nû ser bingeha demokirasî û gotûbêjê li Sûrîyê were vekirin. 

Serepeyv