Giranbûna pevçûnan derdora bendava Tişrînê
Adar 24, 2025 18:15 Asia/Tehran
Navenda ragihandinê ya HSD`ê bi daxuyaniyekî ragihand tevî bûyerên navçeyî yên li Tirkiyê, dewra nû ya êrişên Tirkiyê û çekdarên ser bi vî welatî ve ji duh Yekşemiyê ve derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozagê destpê bûye û HSD ji bilî têkdana kemînên çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 6 xwefirên vî welatî jorda xistine.
Di vê daxuyaniya HSD`ê de hatiye ku di encama pevçûna di navbera hêzên wan û leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi Enqerê de herwiha 3 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. HSD`ê ragihand di vê midehê de Tirkiyê dorhêla Kobaniyê û Eyn Îsayê û gundên Bîr Heso û Xeşxanê 8 caran da ber bombeyan.