HSD: Êrişên dagirkeran zêde bûne
Adar 16, 2025 18:20 Asia/Tehran
Navenda Ragihandinê ya HSD di daxûyanîyekê da ragihand ku balafirên cengê yên Tirkîyê ji duh va çend caran êrişî derdora Bendava Tişrînê kirin ku avahîya karkeran 2 caran ket ber êrişên hanê. Herwiha êrişên bi topan ser gundên başûr-rojhilata Minbicê didomin.
Di dewama daxûyanîya HSDê da hatîye ku li bereya Qereqozaqê jî balafirên cengê yên Tirkîyê êrişî gundên Heseq û Tînayê kirin. Hêzên Tirkîyê herwiah bi xwofirrê êrişî xaleke kontrolê ya HSDê kirin ku di encamê da 2 şervan bi jehrê ketin. Hêzên me jî çend çalakî dijî hêzên Tirkîyê û çekdarên srr bi Enqerê li dar xistin.