Zêdebûna êrişên Tirkîyê ser HSDê
Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ragihand ku êrişên Tirkîyê û çekdarên ser bi Enqerê yên dijî hêzên hanê zêde bûne.
HSDê di daxûyanîyekê da ragihand ku Tirkîye û çekdarên ser bi Enqerê êrişên berfire yên ser navçeyên bakur- rojhilata Sûrîyê didomînin û li bereya Bendava Tişrînê li bakura Sûrîyê, Tirkîye bi xwofirran êrişî malên karkerên vê bendavê dike û gundê Xirbe Zemalê li derdora başûr- rojhilata Minbicê jî da ber bombeyan.
Êrişên Tirkîyê û çekdarên ser bi Enqerê ser Bendava Tişrînê wek yek ji çavkanîyên ava gelê bakur û rojhilata Sûrîyê di mehên vê dawîyê da bi giranî hatine domandin.
HSDê herwiha ragihand ku di van çend rojana da 3 xwofirrên pêşketî yên Tirkîyê jorda xistîye.
Êrişên giran û tund ên Tirkîyê ser bakur û rojhilata Sûrîyê di halekî da didomin ku Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Berevanîyê û Serokê MÎTê yên Tirkîyê şeva buhurî gihîştin Şamê û bi Colanî ra hevdîtin pêk anîn.