Adar 10, 2025 18:55 Asia/Tehran

Piştî pêleke tundûtûjiyê ku di van rojên derbasbûyî de li navçeyên peravê li Sûriyê qewimîn, hikûmeta demkî ya vî welatî derbarê bidawîhatina operasyona leşkerî li navçeyên peravê li Sûriyê agahî da.

Berpirsên hikûmeta demkî li Sûriyê ragihandin, hevgavê bi cihbûna berfireh a hêzên ewlehiyê û kêmkirina kiryarên tundûtûjiyê li herdu bajarên Laziqiyê û Tertûsê li navçeyên peravê li Sûriyê ku di çend rojên buhurî de qewimîn, jiyan hêdî hêdî vedigere van du bajaran.

Hesen Ebdulqenî ,Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bidawîbûna operasyonên leşkerî  li navçeyên peravê piştrast kir û got ku saziyên giştî dikarin dîsa dest bi xebatên xwe bikin.

Hevgav çavkaniyên nûçeyan ragehandin ku welatiyên elewî yên ku di rojên derbasbûyî de  ji cinayetên komên girêdayî bi Colanî li binkeya Hemîmîm a Rûsiyê de sitrîne ji  ber gefên çekdarên ser bi hikûmeta Colanî ve dev ji vê navendê bernadin.

 Hevgav li Şamê jî hêzên ewlehiyê li hemû deriyên sereke û li navenda parêzgehê bi cih bûne . Çavkaniyên nûçeyan gotine ku hêzên bin fermandariya Colanî di sê rojên derbasbûyî de zêdetir ji hezar welatiyên elewî li bajarên Laziqiye û Tertûs û gundên derdora van her du bajaran  kuştine û hinek çavkaniyan jî ragehandine ku berpirsên payebilind ên hikûmeta Colanî ji hêzên bin fermana xwe re  gotine ku elewiyên nerazî îdam bikin lê fîlmên  van çalakiyan nekşînin daku ev kiryar eşkere nebin.

Fermandê Hêzên Sûriya Demokratîk  bona protesokirina  cinayetên hêzên Colanî li navçeyên peravê ji Colanî re got ku ev kuştin ji aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve hatine kirin û divê berpirsên van kuştinan bên mehkemekirin.

Serokê Tevgera Neteweyî ya Azad a Libnanê  jî  bi şermezarkirina bûyerên vê dawiyê li Sûriyê, ev cinayetek hovane da zanîn û tekezî li ser parastina cihêrengiya civakî ya welat kir.

 Cebran  Basîl got: Tişta ku li Sûriyê diqewime cinayeteke hovane ye ku tu ol û ayînekê qebûl nake û hemû welat berpirsyar in ku dawî li vê xwînrijandinê bînin.

Serepeyv