Pevçûna di navbera hêzên Colanî û neyaran li Rîfa Şamê de
Çavkaniyên nûçeyan raghandin ku aloziya ewlehiyê li devera Rîf a Şamê li nêzîkî paytexta Sûriyê derketiye.
Şer û pevçûnên li devera Derûziyan li dorhêla Şamê ku bû sedem yek ji hêzên ewlekariya Sûriyê were kuştin û hejmarek din birîndar bibin, alozî û kêşeyan li vê deverê zêdetir kirine. Desthilatdarên ewlekarî yên hikûmeta Colanî li Sûriyê 5 roj dem û derfet dane çekdarên neyar ta ku çekên xwe radest bikin û xala lêgerîn û kontrolê ya ku hatiye avakirin rakin.
Hêzên alîkar ên ewlehî û leşkerî yên rejîma Colanî derbasî bajarê Cermanayê bûne û li derdora vî bajarî xalên lêgerînê danîne. Çekdarên Derûzî yên Suweydayê êrîşî Cermanayê li derdora Şamê kirin û ev navçe ji bin kontrola hikûmeta Colanî derxistin. Konseya leşkerî ya Derûziyan rewşa amadetiyê ragihandiye û derûziyên Suwêdayê daketine kolanan û amade ne ji bo şerê li gel hêzên ser bi Colanî ve, bo Şamê werin şandin. Hin torên civakî jî bi weşandina vîdêoyên ji kuştina hejmarek ji hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyê ve agahî dan. Çavkaniyên herêmî yên li paytexta Sûriyê jî ragihandin ku li taxa El Mezeyê dengê teqîneke giran hatiye bihîstin. Li gorî van çavkaniyan, li taxa El Mezeyê dengên 3 teqînên li pey hev û bi gulleavêtina berfireh re hatin bihîstin.