Di navbera çekdarên ser bi Tirkîyê û HSDê da pevçûn derket
Sibat 26, 2025 17:55 Asia/Tehran
Artêşa Tirkîyê û hêzên ser bi wê êrişî gundên derdora bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê kirin.
Çekdarên ser bi Tirkîyê bi alîkarîya balafirên keşfê yên artêşa Tirkîyê êrişî binkeyeke HSDê kirin ku di encamê da hejmarek çekdarên HSDê birîndar bûn.
HSD ragihand ku hemî êrişên Tirkîyê û çekdarên ser bi vî welatî pûç kirîye û îro jî 2 çekdarên ser bi Tirkîyê li bereya Dêr Hafirê girtine.
Pevçûna giraqn u tund di navbera HSDê û çekdarên ser bi Tirkîyê da didome.