Sibat 26, 2025 18:56 Asia/Tehran
  • HSD: Şerê kurdên Sûrîyê himber Tirkîyê didome

Serfermandarê HSDê got: Tevî guhertinên berfire di rewşa Sûrîyê da, şerê HSDê himber Tirkîyê û hêzên ser bi vî welatî li Sûrîyê didome.

Mezlûm Ebdî got ku kurdên Sûrîyê û hikûmeta nû ya vî welatî ya bi serokatîya Ebû Mihemed Colanî li hev nekirine.

Wî pêgirî kir: HSDê hela jî himber Tirkîye û çekdarên ser bi vî welatî şêrr dike û Tirkîye hela jî bi balefirên cengê û xewofirran êrişî herêmên di bin kontrola kurdên Sûrîyê  dike.

Mezlûm Ebdî derbara helwestên hikûmeta nû ya Sûrîyê himber kurdên vî welatî da jî got: Hê ne kivş e ku hikûmeta nû yê li Sûrîyê çi bike. Ew di bin zexta Tirkîyê da ye. 

Serepeyv