Desteserkirina komeke sîxuriyê ya Tirkiyê li Sûriyê
Sibat 08, 2025 18:05 Asia/Tehran
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku komeke sîxuriyê ya girêdayî Rêxistina Istixbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) li bakurê Sûriyê desteser kirîye.
Ferhad Şamî, Berdevkê HSD ragihand ku di êrişên ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê de, komeke ser bi MÎT a Tirkiyê li anvçeyê hatin desteserkirin.
Berdevkê HSD diyar kir ku endamên vê tîmê niha di girtîgehê de ne û yê di rojên pêş de belgeyên kiryarên vê komê ji raya giştî re bên ragehandin.
Vî rayedarê kurd ê Sûriyê her wiha got, kesên ser bi hikûmeta Tirkiyê niha ketine nav piraniya saziyên Sûriyê û Tirkiye hewl dide li Sûriyê di warê aborî, leşkerî û heta çandî de serdest bibe.