Avakirina 2 binkeyên Tirkiyê li Sûriyê
Sibat 04, 2025 17:16 Asia/Tehran
Ajanseka nûçeyan a welatên rojavayî basa avakirina du binkeyên nû yên Tirkiyê li Sûriyê kir.
Ajansa nûçeyan a Roytêrzê ji zarê çavkaniyên agehdar ên sûrî ragihand ku yek ji mijarên herî sereke yên gotûbêja di navbera Ebû Mihemed El Colanî, serokê rejîma demkî ya Sûriyê û Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê de, avakirina du binkeyên Tirkiyê li besta navendî ya Sûriyê bû. Ebû Mihemed El Colanî îro di duyemîn sefera xwe ya derveyî ya fermî de derbasî Enqereya paytexta Tirkiyê bû.