Tirkiyê sivîlan li bakurê Sûriyê dide ber êrişan
Rayedarê kurd ê Sûriyê bal kişan d ser wê yekê ku kurdên vî welatî bi dû cudabûn û perçebûna Sûriyê nînin û got: Tirkiye dixwaze bi kuştina sivîlan kontrola bendava Tişrîn a Sûriyê bi dest bixe.
Fetullah Husêynî nûnerê kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê di hevpeyvînekê de ragihand ku şerê di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên HSD her roj bendava Tişrînê û li ser pira Qereqozaxê didome.Tirkiye welatiyên Kurd û hêzên HSD dike armanc û dixweze bi kuştina xelkê deverê, xelkê sivîl û hêzên HSD bendava Tişrînê kontrol bike.
Wî got ku Bendava Tişrîn binesaziyek stratejîk di warê enerjî, av û karebayê ye û ne tenê ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê û Kurdan, belku ji bo tevahiya Sûriyê ye. Vî rayedarên kurd ê Sûriyê got: Tirkiye hewil dide bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurdan li Sûriyê lawaz bike da ku ew li muzakireya bi rejîam Colanî re nebin xwedî helwesteke xurt û hêza wan a jibo muzakireyê kêm bibe. Wî got ku Colanî neçar e bi HSD î re muzakireyê bike ji ber ku zêdetirî 150 hezar kes li bakur û rojhilatê Sûriyê hene.