Mezlûm Kobanî: Kurd li dû veqetiyana ji Sûriyê nînin
Fermandeyê Hêzên Sûriya Demokratîk tekez kir, ku Kurdên Sûriyê li dû veqetiyana ji Sûriyê nînin
Mezlûm Ebdî Fermandê Hêzên Sûriya Demokratîk di hevpeyvînekê de, ragihand, ku wî muzakirên dom û dirêj ligel Ehmed Şeri serokê rêveberiya nû ya siyasî ya Sûriyê hebûne û di van gotûbêjan de, wî şert û mercên beşdarbûna HSD di nav Sûriya nû de gotûbêj kirine.
Mezlûm Ebdî got: Em parçeyek cudanebûyî ji Sûriyê ne û em dixwazin wek komekê bi desthilatdarên nû yên Şamê re kar bikin. Lê fermandê HSD got ku kiryara wan derheq bilindkirina ala HTŞ li bakur û rojhilatê Sûriyê nayê vê wateyê ku wan Heyet Tehrîr El-Şam, ku ji dema rûxandina Beşar Esed ve li Sûriyê serdest e bi fermî nas dikin. Hevgav Ehmed El Şeru serokê Rêveberiya Siyasî ya Sûriyê di axiftineke bi gef de ji bo Kurdên Sûriyê ragihand ku gotûbêj ligel HSD ji bo girtina pêşiya rijandina xwînê dest pê kiriye. W her wiha got, Kurd beşeke resen a Sûriyê ne.