Dewama pevçûnên li Sûriyê
Piştî çend hefteyan, pevçûnên li bakûrê Sûriyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ser bi Tirkiyê berdewam in û balafirên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst hin navçeyên li nav axa Sûriyê li nêzîkî sînorê bi Libnanê re li ber bajarê Hermelê dan ber bombeyan.
Piştî çend hefteyan, pevçûnên li bakûrê Sûriyê di navbera HSD`ê û hêzên ser bi Tirkiyê , li dorhêla Minbicê û mêhwerên bendava Tişrînê didomin. Balafirên cengê yên Tirkiyê sê navçeyên di bin kontrola HSD`ê li navçeya Sirînê li dorhêla Kobaniyê û derdora bendava Tişrînê dan ber bombeyan û xisarên zav li van deveran ketin. Di eynî demê de karewanekî nû ya çek û leşkeran ji aliyê Hevalbendiya Navnetewî ve derbasî nav axa Sûriyê bû ku ji Herêma Kurdistana Iraqê vev hatin û ji 27 kamiyonên tijî çek û alavên locêstîk pêk tê û 4 tirombîlên leşkerî rexî wan hatin. Ev karewana ber bi binkeyên hevalbendiyê li Heseke û Dêrezorê ve çûne. Hêzên Heşdi Şeibî jî operasiyonek bi armanca dabînkirina ewlehiyê li ser sînorên Iraq û Sûriyê li navçeyên ser sînor li parêzgeha Enbarê cih anîn.
Ji hêla din ve artêşa rejîma dagirkir kontrola Til Ehmerê li bajarokê Kodene li dorhêla Quneyterê ku yek ji cihên leşkerî yên herî girîng ên navçê tê hesêb jî girtin destê xwe. Artêşa Rejîma Siyonîst piştî têkçûna hikûmeta Bişar Esed, êrişên xwe ser binavahî û navendên leşkerî yên Sûriyê pirr giran kirine û di vê midehê de hîna jî navendên leşkerî dide ber bombeyan û bi derbasbûna ji xeta navbirr a di navbera navçeya dagirkirî ya Colanê û erdên sereke yên Sûriyê de, dagîrkirina navçeyên nêzîkî Colanê li parêzgehên Dera û Quneyterê didomîne.