Pevçûnên di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirkîyê da
Pevçûnnê di navbera HSD û çekdarên ser bi Tirkîyê li başûr-rojhilata Minbicê îro jî berdewam bûn.
Hêzên di bin ferman û piştgirîya Tirkîyê îro bi giranî êrişî Kobanî, Reqqe û Hesekê kirin. Li gorî agahîyan, balafirên cengê yên Tirkîyê çend caran çeperên HSD li bendava Tişrînê û şarê Dêr Hafir li başûr- rojhilata şarê Minbicê dan ber bombeyan. HSD jî ragihand ku karîye hemî êrişan pûç bike û Çekdarên êrişker ên ser bi Tirkîyê bikuje û zêrêhpûşên wan jî ji nav bibe.
Di encama bobmebaran û pevçûnên ku roja şemîyê qewimîn da jî, 12 hêzên HSD hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. Herwiha 50 çekdarên ser bi Tirkîyê hatin kuştin. Bi dû berdewambûna pevçûn û nearamîyan li Sûrîyê û nerazîbûnên dijî Colanî li Suweydayê, Fermandeyê Operasyona Kerame ya Durûzîyan jî Colanî hişyar kir ku serokeşîr û serokhozên vê parêzgehê dijî ketina çekdarên ser bi Tehrîr ul Şamê nav wê herêmê ne. Wî hişyarî daye ku em ne bi dû şerkirinê ne, lê heke tiştek ser me da were sepandin, em dê bê guman berevanîya xwe bikin.
Di vî halî da tevgera emnî ya Dayra Operasyona Leşkerî û Wezareta Karên Hundur ên hikûmeta Şamê ji bo giritna kesên ber taqîbatê li derdora rojhilata Humsê dest pê bûye, ji bo roja duyem hat domandin. Heta vê gavê nêzkî 500 kesî hatine desteserkirin.
Çavkanîyên nûçeyan herwiha ragihandin ku nêzî 110 kes ji personelên leşkerî yên hikûmeta berê li taxê Humsê hatine desteserkirin.