Çile 01, 2025 18:57 Asia/Tehran

Tirkiyê û komên çekdar ên tundrew bi tundî êrişî bendava Tişrînê kirin û şervanên Civata Leşkerî ya Minbicê jî bi tundî berevaniyê dikin û bertekê nîşan didin.

Tirkiyê û komên çekdar ên di bin fermana vî welatî de êrişeke giran ser  başûrê bendava Tişrîn û gundê Xarbît Zemalî dest pê kirin û şervanên  Encumena  Leşkerî ya Minbicê  jî bi tundî bersiva êrişan didin . Li gor rapora ajnasên nûçeyan, ev êriş pir giran bûne lê şervanên Encumena Leşkerî ya Minbicê bi  yên bi HSD re bi hemû hêza xwe  berevaniyê dikin û bersiveke  tund himberî   van êrişan didin. Derbarê encama dawiyê ya van êrişan da, Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragehand :Heta niha  şer û pevçûnên giran berdewam dikin û êrişkeran nekarîn ti çeperên HSD bixin bin kontrola xwe.Hêzên HSD her wiha xwefireke Tirkiyê  ser pira  Qere Qozaqê ya li başûrê Kobanê li derdora rojhilatê Helebê xistin xwarê.Hevgav çavkaniyên medyayî qala hevdîtina şandeke  HSD bi serokê Heyet Tehrîr Şamê re kirin . Pevçûn û bêewlehî li navçeyên  curbicur ên Sûriyê berfireh bûne bi curekê ku komên çekdar li Suweydayê bi hêzên HTŞ re re ketin pevçûnê.Karwanekî leşkerî bi dehan trimbêlên HTŞ û  û Dezgeha Ewlehiya Giştî derbasî nava Suweydayê bûn ku Komên çekdar ên li Suweydayê nehiştin  karwanê leşkerî derbasî wir bibe ku di encamê de  di anvbera wan de  pevçûneke giran derket. Dezgeha Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê jî pêştir  derbarê  derbasbûna karwanekî leşkerî ya Amerîkayê ku ji 55 kamyonên hilgirêamûrên locêstîk pêk dihat, ji derbasgeha  El-Welîd  bo nav axa Sûriyê agahî dabû. 

Serepeyv