Êrişa Rejîma Siyonîst ser dorhêla Şamê
Çavkaniyên nûçeyan basa êrişa Rejîma Siyonîst ser bajarokê Edrayê li dorhêla Şamê û şehîdbûna 6 kesî di encama vê êrişê da kirin.
Xwefireka îsraîlî êrişî hinek navendên bazirganiyê li dorhêla Şamê kir. Di encama vê êrişê de herî kêm 6 kes şehîd bûn. Di halekîd a ku êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Sûriyê hîna jî berdewam in, medya Ibrî ragihandin Rejîma Siyonîs tenê di çend saetan de bi 1800 bombeyan êrişî Sûriyê kiriye.
Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 14 welatiyên sûrî li navçeyên Baniyas, Cebele û dorhêla rojava ya parêzgeha Hemayê jî hatine kuştinê. Ji xêncî viya endamên HTŞ`ê pêla berfireh a girtina kesên curbicur ku li gorî wan têkiliya wan bi hikûmeta Bişar Esed re hebûye, destpê kirine. Libnanê nêzî 70 efser û leşkerên sûrî ku bi neqanûnî revîbûn nav axa Libnanê, vegerandine Sûriyê.
Ebû Mihemed el Colanî, serkirdeyê HTŞ`ê jî berî nika îdia kiribû naxweze ti kom û çîn û qatekê li Sûriyê wêda bide, nika lîsteyeka nû ya ku ji navên 34 berpirsên vî welatî pêk hatiye, daye ku ji ber bîr û bawer û mezhebê wan hatine wêdedayîn.
Saziya çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê herwiha basa ketina karewanekî din a leşkerî ya Amerîkayê ji Iraqê nav pêgehên neqanûnî yên vî welatî li Sûriyê agahî da.
Çavkaniyên nûçeyan jî basa pevçûna di navbera hêzên HSD`ê û komên ser bi Tirkiyê li gundên dorhêla bajarokên Ebû Rasîn û Til Temirê li bakûr rojavaya Hesekê û herwiha êrişên bi xwefiran ên Tirkiyê ser pêgehên HSD`ê kirin. Êrişên bi xwefiran ên Tirkiyê ser pêgeh û çeperên HSD`ê li bajarê Kobaniyê jî berdewam in. Hêzên HSD`ê jî pêgehên artêşa Tirkiyê û komên ser bi wê li gundên dorhêla Serêkaniyê li bakûra Hesekê dan ber êrişên bi rokêtan. Eva di halekî da ye ku Hakan Fîdan, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, di axiftineka telefonî ya bi Antonî Bilînkên, wezîrê karên derve yê Amerîkayê re li ser girîngiya hevkariya bi hikûmeta nû ya Sûriyê ji bo piştrastbûna ji kemilîna dewra veguhestina desthilatê pêgîrî kiriye û gotiye ku Enqere wê îznê nede çekdarên YPG`ê li Sûriyê bimînin.