Fermana nepenî ya Teşkîlata El-Colanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352688-fermana_nepenî_ya_teşkîlata_el_colanî
Piştî belavkirina wêne û vîdyoyên îdamkirin û talankirinên endamên Tehrîr el-Şam li Sûriyê, fermaneke nehênî derheq qedexekirina belavkirina wan wêneyan ji aliyê Teşkîlata El-Colanî ve bo hatiye dayîn.
(last modified 2024-12-28T11:41:31+00:00 )
Kanûn 28, 2024 15:07 Asia/Tehran
  • Fermana nepenî ya Teşkîlata El-Colanî

Piştî belavkirina wêne û vîdyoyên îdamkirin û talankirinên endamên Tehrîr el-Şam li Sûriyê, fermaneke nehênî derheq qedexekirina belavkirina wan wêneyan ji aliyê Teşkîlata El-Colanî ve bo hatiye dayîn.

Endamên girêdayî El-Colanî, serkirdeyê  Heyeta Tehrîr el-Şam, biawayekî nepenî fermanek wergirtin, ku li gorî wê her  cure wênehilgirtina ji operasyonên girtin, pevçûn û îdamkirina meydanî li Sûriyê qedexe ye.

Ev ferman 30 bajarên Sûriyê dihewîne.

Tê gotin ku belavkirina vîdyoyên têkildarî girtin, îdamkirina meydanî û şewitandina cihên pîroz li Sûriyê ji aliyê  endamên  ser bi  El-Colanî ve bûye sedema  tehrîkbûna raya giştî li vî welatî û heta welatên din.

Li gorî vê raporê, sedî 95 ê  ji kiryarên nemirovane yên  endamên ser bi  Colanî nayên tomarkirin.