Giranbûna pevçûnên li Sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê ragihandin ku di navbera endamên HSD`ê yên girêdayî Amerîkayê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li bakurê Sûriyê de şerr derketiye û pevçûnên giran di navbera terorîstan û çekdarên li rojavaya Sûriyê de qewimîne.
Çavkaniyên sûrî ragihandin ku şer û pevçûn di navbera hêzên HSD`ê yên ser bi Amerîkayê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li taxên bendava Tişrîn û pira Qere Kozaqê li dorhêla Minbicê li bakurê Sûriyê rû didin. Di encamê de nêzî 30 kes ji her du aliyan hatin kuştin. Li gorî vê raporê, endamên HSD`ê di vî şerî de alavên leşkerî û otomobîlên komên girêdayî Tirkiyê şewitandine. Di heman demê de topxaneyên Tirkiyê çeperên HSD`ê yên li QereKozaq û bendava Tişrînê topbaran kirin. Çavkaniyên sûrî jî ragihandin ku li gundê Bilqese li dorhêla Homsê li rojavaya Sûriyê, di navbera terorîstên ser navê Rêveberiya Operasyonên Leşkerî û çekdaran de şer û pevçûnek dijwar derketiye. Di van pevçûnan de 2 kes hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.
Li bajarê Hemayê yê Sûriyê jî şer û pevçûn derketine û piştî bêrêziya komên girêdayî HTŞ`ê li warên pîroz ên Elewiyan, şer û pevçûn li gelek bajarên Sûriyê ji wan Hema û Tertûsê derbasî qonaxeke nû bûne. Mijara ku van rojan eşkere bûye, nîşan dide ku hîna jî tundî û tolhildan li dora Elewî û gelek etnîk û olan digere. Li gorî karzanan, desthilatdarên nû yên Sûriyê bi dubarekirina 5 şaşitiyan, wî welatî ber bi girankirina qeyrana navxweyî ve dibin.
Yekem şaşitî ragihandina fermî ya ku Sûriye y; nebe baregeha şerê dijî Rejîma dagirker a Siyonîst bi v; bihaneyê ku sûrî êdî westiyane.
Şaşîtiya duyemîn hebûna hin koman di rejîma nû ya Sûriyê de ye ku reftarên dijminane li hemberî kêmîneyên eşîrî û olî nîşan didin.
Şaşîtiya sêyem jî hewldana veguhestina Sûriyê ji mêhwera berxwedana dijî pirojeya sîyonîst- amerîkî bo mêhwera asayîkirina peywendiyan bi vê rejîmê re û fikra Netanyahu ya Rojhilata Navîn a nû ye ku xeyala Îsraîleke mezin di serê xwe de digerîne.
Şaşîtiya çarem operasyona leşkerî ya tolhildanê li parêzgeha Tertûsê ye ku yek ji girîngtirîn baregehên kêmîneya Elewî li Sûriyê piştî sozên rêjîma berê yên li ser berçavgirtina dadmendî û wekheviyê û xurtkirina ramana Sûriyeya nû wek welatê hemû çîn û qatên Sûriyê ye.
Şaşîtiya pêncem jinav birina piraniya komên neyar ên Sûriyê, yên leşkerî û sivîl ji sîstima nû û saziyên wê û dabeşkirina postan di navbera kesên nêzîkî koma desthilatdar de ye.