Bi hezaran terorîst ji zindanên Sûriyê revîne
Yek ji rêberên hevpeymaniya Fetih a Iraqê derbarê revîna bi hezaran terorîstan ji zindanên Sûriyê û pîlana welatên rojavayî bo perçekirina vî welatî agahî da.
Sadiq Ebdullah yek ji rêberên Hevpeymaniya Fetih a Iraqê tekez kir ku bi hezaran terorîstên welatiyê heft welatên curbicur ji zindanên Sûriyê reviyane.
Wî her wiha got: Ev operasiyon piştî êrişa endamên terorîst ser zîndanên navbuhurî pêk hat. Ev alûgur rasterast ewlehiya welatên navçeyê bi taybet Iraqê dixe metirsiyê. Sadiq Ebdullah tekez kir terorîzm tiştek ji xeynî amûrê zextê li destê welatên rojavayî bo bidestxistina berjewendiyên wan li herêmê nîne. Tu bûyerek di bin siya şandina pere û çekan ber bi van terorîstan li Sûriyê seyr û ecêb nîne.
Wî got: Alûgurên Sûriyê di çarçoveya nexşerêyeke navdewletî ji bo perçekirina vî welatî û lawazkirina saziyên wê yên fermî û çêkirina aloziyên etnîkî de cih digre.