Dewama pevçûnan li derdora bajarê Hemayê yê Sûriyê
Bi dewama şer û pevçûnên li hin beşên Sûriyê, artêşa vî welatî derbarê kuştina herî kêm 300 terorîstan di 24 sietên derbasbûyî de agahî daye.
Hêzên artêşa vî welatî li beşên bakura bajarê Hemayê ji vê sibê ve êrişên têrorîstên Tehrîr el-Şamê pûç kirine.Tê gotin ku meqerên têrorîstan li hemû mêhweran jî ketine ber êrişên topxane û hewayî yên artêşa Sûriyê û Rûsiyê.Di encama vê operasyonê de zêdetirî 25 xwefirên terorîstan hatine sernixûnkirin.
Artêşa Sûriyê her wiha ragihandiye ku derbeyên giran li terorîstên li devera Cebel Zeyn el-Abidînê li bakurê Hemayê xistine. Artêşa Sûriyê her wiha nûçeyên hatî weşandinê ji aliyê terorîstan derbarê derbasbûan wan nav taxên Hemayê derew dan zanîn û derbarê hêlên berevaniyê yên qahîm li derdora vî bajarî agahî da.
Çavkaniyên meydanî li derdora bajarê Hemayê ragihandin ku terorîstên nasiyar bi Yekîneya şareza ya "Esaib el-Hemra" li navçeya Cebel Zeyn el-Abidîn di kemîna artêşa Sûriyê de hatin astengkirin.
Ji aliyê din ve çavkaniyên sûrî derbarê berdewamiya şer û pevçûnên navbera artêşa Sûriyê û terorîstan li taxên bakurê rojavayê Helebê û taxên başûrî yên Idlibê agahiyan didin. ku li van navçana artêşa Sûriyê êrişî hêlên piştevaniya terorîstan kiriye.
Di eynî demê de û di dewama piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji hikûmeta qanûnî ya Sûriyê, wezîrên karên derve yên Îran û Misrê şeva buhurî li peywendiyeke telefonî derbarê alûgurên Sûriyê gotûbêj kirine.
Ebas Eraqçî di vê hevdîtinê de cardin tekezî ser piştevaniya cidî ya Îranê ji artêş, hikûmet û gelê Sûriyê li himber terorîstan kir. Êrişên komên terorîst ên li dijî meqerên artêşa Sûriyê ji 27ê Mijdarê ve dest pê bûne ku peymana agirbesê ya sala 2020an binpê kirine.