Mijdar 17, 2024 17:22 Asia/Tehran
  • Sefera wezîrê berevaniya Îranê bo Şamê û hevdîtina bi rayedarên sûrî re

Wezîrê berevaniya Îranê di serê taxiemkî da derbasî Şamê bû û bi rayedarên Sûriyê re hevdîtin pêk anî.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê ku sefera Şamê kiribû, bi Beşar Esed serokomarê Sûriyê ra dîtnayî kir.Bişar Esed  û Emîr sertîp, Nesîrzade li ser mijarên berevanî û ewlehiyê li navçê û xurtkirina hevkariyên du welatan ji bo têkoşîna li dijî têrorîsmê gotûbêj kirin. Di vê hevdîtinê de, Bişar Esed  li ser mijarên berevanî û ewlekarî yên navçê û bihêzkirina hevkariyên di navbera her du welatan ji bo şerê dijî têrorîsmê û jinavbirina pêkhateya wê di çarçoveya aramî û ewlehiya navçê de bi wezîrê Îranê re gotûbêj kir. Di vê hevdîtinê de Serokkomarê Sûriyê tekezî li ser wê yekê kir ku jinavbirina terorê erkeke navçeyî û navdewletî ye; Ji ber ku metirsiyên wê hemû gelên cîhanê tehdîd dike. Emîr sertîp Ezîz Nasirzade jî bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê general Elî Ebas re hevdîtinek pêk anî. Her wiha li gel Ebdulkerîm Mehmûd Îbrahîm, serokê Erkantiya Hevbeş a Artêşa Sûriyê û Hêzên Çekdar ên Sûriyê  jî dîtnayî kir.

Serepeyv