Tebax 14, 2024 10:19 Asia/Tehran
  • HSDê bi navbeynkariya Rûsiyê dorpêça ser navendên Hesekê û Qamişloyê rakir

Hêzên HSD piştî navbeynkariya fermandê hêzên Rûsiyê li Sûriyê piştî heftiyekê dorpêça navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê rakirin. Parêzgarê Hesekê jî derbarê vekirina rêyên ber bi Qamişloyê û vegeryana rewşê bo haleta normal agahî da.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî heft rojan  dorpêçkirina navendên bajarên Hesekê û Qamişlo yên ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ne û girtina  pêşiya veguhestina tankerên av û ardûyê  ar, xwarin û dermanan û girêdana  rêyên di anvbera her du bajaran, bi navbeynkariya Rûsiyê bi dawî anî.

Lûyî Siyuh parêzgarê Hesekê di gotûbêja ligel kanala nûçeyan ya El-Meyadîn de,teqez kir:

Hemû rêyên ku ji bo  çûnûhatina sivîlan hatibûn girtin, hatin vekirin û veguhestina tankerên av û ardûyê , ar û xwarinê ji bo navendên her du bajarên Hesekê û Qamişlo dest pê bûye û rewşa  vegeryaye rewşa beriya dorpêçê.

Parêzgarê Hesekê herwiha got: Navbeynkariya Rûsiyê piştî sefera  fermandarê hêzên Rûsiyê li Sûriyê  bo navçeyê, ji bo bidawîkirina aloziyên li Hesekê û Qamişloyê serketî bû.

Serepeyv