Çile 04, 2024 10:35 Asia/Tehran
  • Meqera leşkerî ya Amerîkayê li başûrê rojhilatê Sûriyê ket ber êrişan

Çavkaniyên nûçeyan ên rojavayî şeva Çarşemê şevê ragihandin ku meqera leşkerî ya Amerîkayê li El-Tenfê li başûrê rojhilatê Sûriyê ketiye ber êrişan.

Piştî ragihandina vê nûçeyê, Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyekê de bi fermî berpirsyariya vê operasyonê girt istûyê xwe û ragihand ku ev êriş ji bo piştevaniya xelkê Xezayê hatiye kirin.

Bereya berxwedana Îslamî ya Iraqê piştî cinayet û êrişên hovane yên Rejîma Israîlê li dijî gelê mezlûm ê Filistînê bi taybetî Xezayê û piştevaniya Waşîngtonê ji van êrîşan, hişyarî dabû Amerîkayê ku dê navendên wî welatî li navçeyê bike armanc.

Li gor nûçeyeke din roja çarşemiyê Têkoşerên Hizbullaha Lubnanê,çeperên dagirkerên siyonîst li navçên dagirbûyî yên Lubnan û bakurê Filistînê  dan ber mûşekan. 

Hizbullahê ragihand ku hêzên wan cihên hêzên dagirker li derdora baregehên leşkerî yên dagirkeran li Zabedîn, Roysat El-Ilm û Beyaz Belîda li zeviyên Şeba yên dagirkirî, her wiha baregeha Dufîf a li Celîlê Olya dan ber êrişan.

Hizbullaha Lubnanê jî bi mûşekan êrişî hêzên dagirker ên li pişt baregeha leşkerî ya dagirkeran ya li Cel Ellamê kir ku ev mûşeka durust li hedefê ket.

 

Serepeyv