Teqînên bidûhev li baregehên Amerîkayê li axa Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i345451-teqînên_bidûhev_li_baregehên_amerîkayê_li_axa_sûriyê
Du baregehên amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê ketin ber çend êrîşan.
(last modified 2023-12-17T11:19:35+00:00 )
Kanûn 17, 2023 14:48 Asia/Tehran
  • Teqînên bidûhev li baregehên Amerîkayê li axa Sûriyê

Du baregehên amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê ketin ber çend êrîşan.

Di dewama êrîşên Berxwedanê ser baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê da ji bo piştevaniya ji xelkê Xezeyê, baregeha leşkerî ya Amerîkayê li kêleka meydaana gazê ya Konîkoyê û meyddana niftê ya El-Omerê li bakurê rojhilatê Sûriyê vareke din kete ber êrîşê; di vê raporê da hatiye, çar teqîn li baregeheke amerîkî li gundê Xezrayê li nêzikî meydana niftê ya El-Omerê qewimî. Her wiha xwefirrek bi awayê serkeftî li nav baregeha Konmîkoyê ket û dûkel ji vê baregehên rabû asimên.

 

Baregeha Konîkoyê û cihê bicîbûna dagirkerên amerîkî li baregeha Şeddadiyê ya rojhilatê Sûriyê jî kete ber êrîş. Ev du baregeh hevrê digel baregehên din ên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê ji roja 7ê Cotmehê va heta niha bi caran ketine ber êrîşên Berxwedanê.

Ebpû Hisên Hemîdawî Sekreterê Giûştî yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê jî çend roj berê bi daxuyaniyekê ragihand: Êrîşên dijî baregehên Ameerîkayê ku dagirkeriya Iraqê didomîne, dê neyên  rawestandin.