Teqînên bidûhev li baregehên Amerîkayê li axa Sûriyê
Du baregehên amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê ketin ber çend êrîşan.
Di dewama êrîşên Berxwedanê ser baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê da ji bo piştevaniya ji xelkê Xezeyê, baregeha leşkerî ya Amerîkayê li kêleka meydaana gazê ya Konîkoyê û meyddana niftê ya El-Omerê li bakurê rojhilatê Sûriyê vareke din kete ber êrîşê; di vê raporê da hatiye, çar teqîn li baregeheke amerîkî li gundê Xezrayê li nêzikî meydana niftê ya El-Omerê qewimî. Her wiha xwefirrek bi awayê serkeftî li nav baregeha Konmîkoyê ket û dûkel ji vê baregehên rabû asimên.
Baregeha Konîkoyê û cihê bicîbûna dagirkerên amerîkî li baregeha Şeddadiyê ya rojhilatê Sûriyê jî kete ber êrîş. Ev du baregeh hevrê digel baregehên din ên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê ji roja 7ê Cotmehê va heta niha bi caran ketine ber êrîşên Berxwedanê.
Ebpû Hisên Hemîdawî Sekreterê Giûştî yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê jî çend roj berê bi daxuyaniyekê ragihand: Êrîşên dijî baregehên Ameerîkayê ku dagirkeriya Iraqê didomîne, dê neyên rawestandin.