Cotmeh 02, 2023 08:24 Asia/Tehran
  • Vekirina dergeha giring a El-Tabehê li Şamê

Hikûmeta Sûriyê derbasgeha girîng a El-Tabehê di navbera herêmên di bin kontrola Şamê û milîtanên HSDê de li derdora Helebê vekir.

 

 Hikûmeta Sûriyê roja Yekşemê, girîngtirîn dergehên bejayî yên ku deverên di bin kontrola wê de ji deverên di bin kontrola mîlîtanên  HSD de li derdora parêzgeha Helebê cuda dike, vekir.

Ev kiryara hikûmeta Sûriyê dê bandoreke erênî li ser aborî û bazirganiya vî welatî û herwiha hatinûçûna sivîlan di navbera bajarê Helebê û gundewarê wê bike.

Çavkaniyeke ewlehiyê li Helebê got, ev dergeh ji bo hatinûçûyîna azad a welatiyan di her du aliyan de hatiye çêkirin, û niha welatî dikarin rehet di navbera her du aliyên dergehê de bigerin, û ev kiryar dê zehmetiya çûnûhatinê û xercên wê kêm bike

Di van rojên dawî de hinek nûçe derbarê şer û pevçûnên nû di navbera eşîrên ereb ên bakurê Sûriyê û mîlîtanên  HSDê de hatin belavkirin.

 

منبع خبر

Serepeyv